Berlîn û London: Divê Hemas çek dayne

Berlîn û London: Divê Hemas çek dayne

Peyama Kurd – Wezîrên derve yên Brîtanya û Almanya di derbarê şerê Xezzeyê yê Îsraîl û Hemasê de helwesteke hevpar ragihandin û diyar kirin ew bi niyaz in ku li Xezzeyê agirbesteke domdar pêk bê. Wezîran got: "Divê Hemas çek dayne."

Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron û hevpayeya wî Annalena Baerbock, di gotareke hevpar de diyar kirin ku li Xezzeyê bi lezgînî pêdivî bi agirbesteke domdar heye.

Cameron û Baerbock, di gotara xwe ya hevpar ku di rojnameya 'Sunday Times’ê de hate belavkirin de balê kêşan ser zêdebûna hejmara mirina sivîlan û gotin, “Divê ji bo rê li ber agirbesteke domdar û aştiyeke domdar vebe çi ji destê me bê em bikin. Çiqas bi lezgînî be ew qas baş e. Ev pêwîstiyeke lezgîn e.”

“Divê Hemas çek dayne”

Wezîrên du welatan di gotara hevpar de divêtiya çekdanîna Hemasê destnîşan kirin û wiha domandin:

“Hemasê, bi aweyeke hovane êrîşê Îsraîlê kir û heta niha jî ji bo welatîyên Îsraîlê bikuje mûşekan dihavêje. Divê Hemas çek dayne. Lê belê divê em bi zelalî bêjin. Tenê hêvîkirin ji bo agirbesteke lezgîn û domdar têr nake. Em bawer nakin ku ev rêyeke pêşveçûnê ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin