PeyamaKurd - Parlementerekî Kurdistanê dibêje, ew ê hewl bidin zankoyên sektora taybet razî bikin xercên xwendinê kêm bikin da ku xwandekarên hejar jî bikarin bixwînin.
Parlementerê Kurdistanê û endamê komîsyona perwerde û xwandina bilind, Zêdan Biradostî got, me bi çend zankoyên sektora taybet re derbarê kêmkirina xercên xwendinê hevdîtin pêkanîne, ew jî razî bûne. Lê her yekê bi rêjeyekî rizamendî nîşan dane xerca xwendinê kêm bikin.
Zêdan Biradostî her wiha got, em dixwazin tevahiya zankoyên taybet û bi yek sîstemê vê yekê qebûl bikin. Bi vî rengî ew xwendekarên ku rewşa wan ya aborî baş nîne jî dikarin bi hêsanî bixwînin.
Li Başûrê Kurdistanê, gelek zankoyên taybet hene ku yên herî erzan salane derdora hezar dolarî distînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin