PeyamaKurd – Rêberê rejîma Îranê Elî Xamineyî ragihand ku, îmkana birêvebirina şerê dijî Îsraîlê yê Filistîniyan bi tena serê xwe heye û got: “Heya niha aliyê Filistînî derbeyek cidî nexwariye”.
Xamineyî diyar kir ku çareseriya bidawîkirina qeyrana Xezzeyê bi vekişîna hêzên rojavayî ji vê mijarê ye.
Di malpera fermî ya Xamineyî ku ev daxuyanî belav kiriye hatiye gotin, "Trajediya Xezzeyê nîşan dide ku nîzama niha ya cîhanê nerewa û demkî ye."
Xamineyî Amerîka, Îngiltere û hin welatên Ewropî bi wê yekê tohmetbar kir ku "li pişt destên cinayetkar û xwînmij ên siyonîst in."
Xamineyî bi bîr xist ku gotina wî ya dawî di fermana desthilatdariya welatê wî de heye û got: “Ev nîzama cîhanê betal e, ne mayînde ye, nikare berdewam bike, berovajî wê ji holê rabe. Li pişt van tawanan pere, çek û alîkariyên siyasî yên Amerîkayê hene."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin