PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey ragihand, derbarê herêma tampon de ku tê plankirin li bakurê Sûriyê were avakirin, di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de wek prensîp rêkeftineke giştî heye.
James Jeffrey li Enstîtuya Rojhilata Navîn ku navenda wê li Washingtonê ye axivî û got, Amerîka di wê baweriyê de ye ku ji bo hevdîtin serkeftî bin şensekî baş heye.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Karûbarê Sûriyê James Jeffrey eşkere kir ku derbarê herêma tampon de di navbera Tirkiye û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de rêkeftineke giştî heye. Amerîka di wê baweriyê de ye ku ji bo hevdîtin serkeftî bin şensekî baş heye.
Jeffrey da zanîn ku ji bo rêkeftin tam were kirin hê jî divê çareserî ji hinek xalan re bê dîtin û got: "Ev jî ka dê YPG çiqasî paş de vekişe, çarenûsa çekên Amerîkî yên piştî şerê DAIŞê li navçeyê mane dê çi lê were û birêvebirina herêma aram."
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê teqez kir ku dewletên Ewropî li herêma tampon cîh nagirin û got: "Nexêr, rêkeftineke wiha nîne, daxwaz jî nîne, li vê navçeyê bo Ewropiyan ti rolek nîne."
Mehên derbasbûyî hatibû îdiakirin Amerîka hewl dide Brîtanya û Fransayê razî bike daku leşker bişînin herêma tampon.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin