Di navbera Tirkiye û Bûlgaristanê de deriyekî nû vedikin

Di navbera Tirkiye û Bûlgaristanê de deriyekî nû vedikin

PeyamaKurd – Wezîrê bazirganiyê yê Tirkiyê Ömer Bolat ragihand ku di navbera Tirkiye û Bûlgaristanê de dê deriyekî dinê yê gumrikê vekin.

Bolat got ku ew reşbeleka peymanê şandine û eger peymanê îmza bikin, wê di sektora lojîstîk de pêşdeçûnekî baş bibe. Bolat got:

“Parlementoya Bûlgaristanê ji bo di navbera Tirkiyê û Bûlgaristanê de ji bo deriyekî nû vebe reşbeleka peymanê ji me re şand. Me jî bersiva wan da û em ê li Bakûrê Deriyê Kapıkule deriyekî dinê yê gumrikê vekin.”

Wezîrê bazirganiyê Ömer Bolat ragihandina xwe di şîva êvarê ya fetarê de, li Îstenbolê di Dezga Neqliyevanên Navdewletî de kir. Bolat got:

“Ji bo neqliye yên nû ji bo Ewrûpayê bibin, ji bo me gelek girîng e. Wê korîdorekî dinê ji me re vebe. Em bi vekirina deriyê nûh, dê karibin barê deriyên gumrikan yên Kapıkule, Hamzabeyli û İpsalayê sivik bikin. Min xwest vê mizgîniyê bidin we.”