PeyamaKurd- Ji bo êrişa terorî ya Srî Lankayê ya roja Paskalyayê ku di encamê de 290 kesî jiyana xwe ji dest dan, ji bo berfirehkirina lêkolînan Interpol ket dewrê. Interpol dê derbarê bûyerê de lêkolînên berfireh bike.
Hat ragihandin ku tîmên Interpolê ên di warê lêkolîna cihê bûyerê de, li ser madeyên teqemenî, tesbîtkirina qurbaniyên terorê, pispor dê alîkariya tîmên ewlekariya herêmî bikin.
Polîsên Krîmînal ên Navdewletî (Interpol) herweha di warê tesbîtkirin êrişkaran de, dê alîkariya hêzên herêmî yên wî welatî bike.
Di êrîşên li Srî Lankayê yên li dijî dêr û otêlan 310 kesan jiyana xwe ji dest dan. Rewşa Awarte (OHAL) ya ku li seranserê welat hatiye ragihandin îro ket meriyetê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin