Iraq | Herdu kesên banga vejandina rejîma Beas kiribûn hatin girtin

Iraq | Herdu kesên banga vejandina rejîma Beas kiribûn hatin girtin

PeyamaKurd – Saziya Ewlehiya Niştimanî ya Iraqê ragihand ku du kesên banga vejandina Partiya Beas a rejîma berê ya Iraqê kiribûn, hatin girtin.

Di daxuyaniya Saziya Ewlehiya Iraqê de hatiye ragihandin, piştî tomara vîdyoyê ketiye destê wan, ji bo girtina herdu kesên li Necefê banga vejandina rejîma berê û Partiya Beas kirine tîmeke taybet hatiye avakirin.

Hat diyarkirin ku piştî wergirtina hurgiliyan û ew herdu kes hatine tespîtkirin û girtin ku niha derbarê wan de, lêpirsîna yasayî hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin