DYA: DYA ji Pêşmerge û Kurdên Iraqê baştir kesên din nabîne

DYA: DYA ji Pêşmerge û Kurdên Iraqê baştir kesên din nabîne

PeyamaKurd – Li gor ragihandina peymnêrê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurda; cîgirê wezîrê şer yê DYAyê Daniel Zimmerman roja Sêşemê daxwuyaniyekî da ku heya niha li ser hevkariya an ku ortaxiya DYD-Kurd, di raya giştî de daxwuyaniyekî weha xwurt nehatiye dayîn.

Zimmerman, ji parlementeran re got ku Amerîka, ji Kurdên Iraqê û Pêşmergeyan baştir û daxwazkertir û xwedî şiyan, ti grûbekî nikare bibîne an di peydakirinê de dê zahmet bigihê ku bibîne.

Ev daxwuyanî, kete piştî ku nûner Mike Truner, li dijî birîna desteka fonên Pêşmerge ya ku li dijî IŞİDê didan Kurdan, endîşeyên xwe ji bo ku niha destek hatiye birîn ragihand û axaftina xwe civîna kongrê de kir.