PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî di salvegera 33yemîn a tawana komkujiya Enfalê bi ser gelê Kurd de, peyamek belav kir.
Serok Barzanî got, berpirsariyeke yasayî û exlaqî li ser Hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek li ser salvegera Enfalê belav kir û tê de got: “Enfal yek ji reştirîn rûpelên dîroka rêjîma berê ya Iraqê ye, ev êrîşa hovane nîşana wê zilm û zordariyê ye ku bi serê gelê Kurdistanê de hatiye.”
Serok Barzanî diyar kir: “Ji ber wê, berpirsariyeke yasayî û exlaqî li ser Hikûmeta Iraqê ye ku kesûkarên qurbaniyên Enfalê qerebû bike.”
The crime of Anfal is one of the darkest chapters of the history of Iraq’s previous regime and it is a testimony of the oppression suffered by the people of Kurdistan. It is, therefore, a legal and moral obligation of the Iraqi gov't to begin reparations for this odious crime.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 14, 2021
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin