Serok Barzanî peyamek ji bo 51emîn damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî belav kir

Serok Barzanî peyamek ji bo 51emîn damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî belav kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, ji bo 51emîn damezrandina Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê peyamek belav kir.

Yekitiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê, 51 sal beriya niha roja 21 Îlona sala 1970 li gundê Gelale li devera Balekayetî ya bajarê Soran bi çavdêrî û amadebûna Mela Mistefa Barzaniyê nemir hat damezrandin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan,

Bi helkefta pêncih û yekemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî mamostayan û zanayên mezinên ola Îslamiya Kurdistanê û Serok û Endamên Mekteba Tenfîzî û Encûmena Navendî ya Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê dikim.

Damezrandina Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê li ser destê cenabê Barzaniyê Nemir, hengaveke girîng bû ber bi bihêztirkirina rola mamostayan û kesayetiyên mezinên olî ya bihêzkirina bingehên dîndarî û xwedanasî û belavkirina çanda pêkvejiyanê û mirovdostî û herwiha hişyarkirina welatiyên li hemû navçe û bajar û gundên Kurdistanê.

Heman demê de jî mamostayan û zanayên ola Îslamiya Kurdistanê li qonaxa xebat û şoreşê da roleke ber bi çav hebû li bilindkirina hişyariya neteweyî ya xelk û nasandina mafan û redkirina zulm û bindestiyê.

Herwiha rol û bandora Yekîtiya Zanayan û mamosta û kesayetiyên olî gelek bi bilind dinirxînim ku ji wê dema teror gefeke mezine li asta navçeyî û cîhanî da bi hîkmet û şarezayiya wan li bingeha pîrozên olî sedemeke bihêz bûne ji bo wê yekê ku hizra tundî û terorê nikarê li nav gelê me cîh û pêgeha xwe veke.

Bi helkefta vê bîranîna girîng hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî dixwazim û spasî ked û erkê wan yê pîroz dikim.

Xwedayê mezin pişt û penaya me hemû aliyek bê.

 Mesûd Barzanî

21.09.20

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin