PeyamaKurd – Tevgara Hemasê ragihand ku hîn di danûstandinên agirbesta Xezayê de ti peyamên êrênî nehatina ji wan re.
Berdevkê Hemasê Usame Hamdan, derbarê danûstandinên agirbestê yê li Doha ya Qeterê berdewam dikin de daxuyanî da.
Hamdan got ku hîn ti peyam û sînyalên erênî ji danûstandinên agirbestê ji wan re nehatine.
Hate zanîn ku wê danûstandinên navbeynkariyê yên şandên Misir, Amerîka û Qeterê jî beşdar in, îro jî berdewam bikin ku li gorî Hemasê, ger Îsraîl sînyaleke erênî bide dibe ku ew jî li danûstandinan vegerin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin