PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên hewayî yên Rûsyayê û rejîma Beşar Esed li bakurê rojavayê Sûriyê êrîşa herî mezin a îsal dane destpêkirin.
Li gorî çavkaniyên nûçeyî yên parêzgeha Idlibê, hêzên esmanî yên rûsî û rejîmê, li dorûbera Hema-Idlibê bi dehan bajarokên di bin kontrola opozîsyonê de kirine armanc û êrîşên bi ser Kafr Naboudehê jî zêde kirine.
Çavkaniyeke leşkerî ragihand, di êrîşan de hem balafirên rûsî hem jî yên rejîmê tên xebitandin û herwiha li Idlibê helîkopterên êrîşan jî hatine bikaranîn.
Li gor çavkaniyeke ji herêmê, artêşa Sûriyê glopa kesk ji bo êrîşa ser Idlibê pêxistiye, lê niha ji ber fişara Tirkiyê tenê li herêmên hatine bêçekirin êrîşên xwe zêde dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin