PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bal kişand ser hevdîtina Pûtîn û Erdogan û got, Rêkeftina Edenê hîn jî derbas dibe û ji bo parastina ewlekariya Tirkiyê bi Sûriyê re hatiye îmzekirin.
Lavrov got, “Rêkeftina Edenê ji bo metirsiyên Tirkiyê yên Ewlekariyê ji holê rake hîn jî derbas dibe.”
Wezîrê Rûsî bal kişand ser hevkariya Tirkiye-Rûsyayê li Sûriyê û diyar kir, “Heke em werin ser hevdîtina Serokdewlet Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Moskowê, me careke din piştrast kir û şirîkên me yên Tirk jî qebûl kirin ku em hemû ligel serwerî û pêkanîna yekparçeyiya Sûriyê ne.”
Hêjayî bibîrxistinê ye Rêkeftina Edenê ku van rojan ketiye rojevê, sala 1998an di navbera Tirkiye-Sûriyê de di heyama bavê Beşar Esed Hafiz Esed de hatiye îmzekirin û mijara wê jî derxistina PKKê ji Sûriyê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin