Îranê bersiva Amerîkayê da: Heke Xamaney destûrê bide…

Îranê bersiva Amerîkayê da: Heke Xamaney destûrê bide…

PeyamaKurd – Wezîrê Îstixbarata Îranê Mahmud Alewî, derbarê aloziya navbera Amerîka-Îranê de ku gihîştiye asta şer daxuyanî dan û got, “Heke Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Alî Xamaney destûrê bide, ew dikarin bi rêveberiya Amerîkayê re dest bi gotûbêjan bikin.”

Alewî di bernameyeke li eyaleta Mazenderanê diyar kir, Trump bi dorpêçan armanc dike ku fişarê li ser Îranê bisepîne û niha ti fêdeyeke wan fişaran nîne ku gelê Îranê bêhtir nêzîkî hev dike.

Wezîrê Îranê li ser îhtimala gotûbêjên bi Îranê re jî got, “Heke Serokê Amerîka bixwaze dorpêçan rake, em jî dikarin vê binirxînin. Rêberê Şoreşa Mezin (Xamaney) destûrê bide dê Îran bi Amerîkayê re dest bi gotûbêjan bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin