Cûnta serokwezîrê nû li Nîjerê tayîn kir

Cûnta serokwezîrê nû li Nîjerê tayîn kir

PeyamaKurd – Cûntaya leşkerî ku di 26ê Tîrmehê de li Nîjerê desthilatdarî bi dest xistibû, Lamîne Zeîne kir serokwezîr.

Albay Amadou Abdramane, Berdevkê Encumena Neteweyî ya Parastina Welat (CNSP) ragihand, Zeine ji hêla serokê CNSP General Abdurrahmane Tchiani ve wekî serokwezîr hate tayînkirin.

Zeine herî dawî wekî nûnerê Çadê yê Banka Pêşveçûna Afrîkayê kar kir.

Li aliyê din Vîctorîa Nûlanda ku li Amerîkayê bi wekalet Cîgira Wezîra Karên Derve ye û di heman demê de Misteşara Karên Siyasî ya Wezareta Karên Derve ye jî serdana Nîjerê kir û bi hin rayedarên cûntayê re hevdîtin kir.

Nuland diyar kir, li ser daxwaza Wezîrê Karên Derve Antony Blinken serdana Nîjerê kiriye û da zanîn,"Me xwest bi eşkereyî bi berpirsên vê kêşeya li dijî nîzama demokratîk re biaxivin, da ku em bibînin ka em dikarin hewl bidin van pirsgirêkan bi rêyên dîplomatîk çareser bikin, hin danûstandinan destpê bikin û herwiha bi tevahî zelal bikin ka di têkiliya me de xetere çi ye."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin