PeyamaKurd - Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, îro sala xwendinê ya 2024-2025an bi vebûna dibistanan re dest pê kir.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser beriya niha ragihandibû ku 8ê Îlonê roja yekemîn a sala xwendinê ya 2024-2025an e.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rojava dabû xuyakirin, 4 heza û 100 dibistan ji bo pêşwazîkirina 900 hezar xwendekarên seretayî, navîn û amadehî hatine amadekirin.
Cîgirê Hevserokatiya Desteya Perwerde û Fêrkirinê Azad Berazî da zanîn, 50 hezar mamoste ji bo perwerdekirina xwendekaran hatine amadekirin.
Li herêmên Rêveberiya Xweser perwerde bi zimanên erebî, kurdî û suryanî tê dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin