PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku bi giştî ew lîsteya komîta bo avakirina qanûna esasî ya ku bi alîkariya Rûsya, Tirkiye, Îran, ya ku rejîma Sûriyê û muxalefet li serê dixebite hema amade ye.
Sergey Lavrov di vê mijarê de weha got: “ Em dikarin bêjin lîsteya komita amadekariya qanûna esasî ku bi alîkariya Rûsya, Tirkiye, Îranê ku muxalefet û rejîma Sûriyê li serê dixebitin, têgihiştineka ku amade ye heye.”
Lavrov ragihand ku wê serê hefteya bê, wê lîstê bidin temsîlkarê Neteweyên Hevgirtî yê taybet bo Sûriyê Staffan de Mistura. Lavrov got ku Rûsya hêvî dike, komîta destûrê di serê sala 2019an de li Cenevreyê bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin