PeyamaKurd - Wezîrê Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed ragihand ku di çarçoveya hewlên astengkirina tawanên înternetî de, wan dest danîne ser zêdetirî 20 hezar SIM kartên neyasayî.
Li paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê, bi organîzekirina Konsulxaneya Brîtanyayê ya Hewlêre, di derbarê gefên elektronîkî de civînek hate pêk anîn.
Di civîna ku gellek berpirs û rayedarên cuda yên li Hewlêrê beşda bûn de Wezîrê Navxweyê yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, di derbarê mijarê de gotarekê pêşkêş kir.
Ahmed di gotara xwe de di derbarê mijarê de xebatên ji bo astengkirina tawanên elektronîkî parve kir û got: “Dezgehên ewlehiyê bi hevahengiya Wezareta Navxweyî dest danîne ser zêdetirî 20 hezar SIM kartên neyasayî ku ji bo gefên sîber dihatin bikaranîn.”
Rêber Ahmed da zanîn ku wan bi dehan cihên ku SIM kartên neyasayî difroşin girtine û dom kir: “110 kompîturên ku ji bo gefxwarin û bêzarkirina jinan dihatin bikaranîn hatin desteserkirin ku bi wêne, vîdeo û peyamên gefê dagirtî bûn. Gelek jin, ji ber van gefên sîber ji kuştinê rizgar bûn. Gelek caran, jin bêyî ku haya wan jê hebe, ji ber nameyek an bişirînekê ketine tengasiyên mezin. Ji ber vê yekê hêzên asayîşê dikaribûn jinan biparêzin û tawanbaran jî derxin pêşberî dadgehê.”
Wezareta Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed, beriya çend mehan hişyarî dabû kompanî û birîkarên ku SIM kartan difroşin da ku SIM kartên xwe bi awayekî yasayî bifroşin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin