Li Amêdiyê ji ber hêrisên Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket

Li Amêdiyê ji ber hêrisên Tirkiyeyê agir bi zeviyên 2 gundan ket

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji ber hêrişên artêşa tirk ên li dijî hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) agir bi zeviyên 2 gundên Amêdiyê ya navçeya parêzgeha Duhokê ketiye.

Keyayrê gundê Sigêrê Nîzar Sergelî ragihand ku ji ber şerê PKK û artêşa tirk, agir bi zeviyên gundên Kanê û Sigêrê yên Amêdiyê ketiye.

Nîzar Sergelî ji Rûdawê re da zanîn ku agirê ku doh nîvro derketiye hê jî nehatiye tefandin û bi sedan darên daristanê û rez û baxên gundiyan ji ber agir şewitîne.

Nîzar Sergelî amaje bi wê yek jî kir ku xelkên her du gundan, bi derfetên xwe hewl didin agir bitefînin, lê belê heta niha nekaribûne ku bitefînin.

Keyayê Sigêrê Nîzar Sergelî herwiha da zanîn ku ji ber agir pir gurr bûye, Tîmên Parastinê li deverên çiyayî nekaribûne biçine cihê agirlêketî û dest bi tefandinê bikin.

Du sal in ji ber hêrişên artêşa Tirk ên bi angaşta hebûna şervanên PKKê bi berdewamî agir bi zeviyên gundên Sigêrê dikeve û li vê deverê her dem aloziya pevçûn û agir heye.

Heta niha herî kêm 6 caran agir bi zeviyên Sigêrê ketiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin