PeyamaKurd - Îro şemîyê, (17/8/2019) li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Ramon Bilîkwa, balyozê Yekîtîya Ewropayê li Îraqê kir û tekez li ser bihêzkirina peywendîyên di navbera Hewlêr û Biroksilê de kirin.
Di hevdîtinê de, Ramon Bilîkwa, Balyozê Yekîtîya Ewropayê li Îraqê, spasîya serok Barzanî kir bo pêşwazîyê armanca serdan wî jî bo ragehandina bidawîhatina erkên wî yên diblomasî bû li Îraqê û stayîşa hevkarî û peywendiyên Hikumeta Herêma Kurdistanê û Yekîtîya Ewropayê kir û hêvî xwest ev peywendiyên hanê berdewam bin û tundtir bibin. Amaje bi wê yekê jî kir ku ew li her cihekê be bîreweî û dostînîya wî li gel Kurdan ji bîra wî naçe.
Beramberî vê yekê serok Barzanî hêvîya serkfetinê bo Ramon Bilîkwa xwaest di erkê wî nû de û amje bi giringîya peywendîyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ewrûpayê da û tekez li ser zêdetirkirina hevahengîya Herêma Kurdistanê li gel Yekîtîya Ewrûpayê kir.
Di pişkeke dî ya hevdîtinê de, li ser peywendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de guftugo hatin kirin û hardû alîyan tekez li ser vedîtina çaresîyekê kirin ku bi rêya danûstandin û li hev têgehêjtinê be.
Li ser Herêma Kurdistanê jî, Ramon Bilîkwa aramî û piroseya sîyasîya û pêkanîna hikumeta Herêma Kurdistanê bilind nirxand û pêngaveke erênî bo ayîndeyeke baştir da nasîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin