PeyamaKurd - Yek ji avahiyên sembolîk ên Stenbolê, avahiyên tarîxî yên Fabrîkaya Bîrayê ya Bomontiyê li Şişliyê dane saziya olî Diyanetê.
Li gorî nûçeya Arti Gerçek ê, Yek ji avahiyên sembol ên Stenbolê, avahiyên Fabrîkaya Bîrayê ya Bomontiyê dane Diyanetê. Odeya Endazyaran amadekariyan dike ku derbarê biryarê de dozê veke.
Li gorî zanyariyên nûçeyê avahiya tarîxî dê bibe otopark, mescîd û wargeh. Odeya Endezyarên Stenbolê (ÎMO) ragihand ku ew dê biryarê bibin dadgehê û ji dadgehê daxwaza daxistina biryarê bikin.
Ji aliye din ve Sekreterê Giştî yê Konseya Bajêr a Şaredariya Şişliyê Tolga Bekaş bertek nîşanî biryarê da û destnîşan kir ku ew dê piştgiriya Odeya Endazyaran bikin û mudaxilî dozê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin