PeyamaKurd – Berdevkê CHPê Denîz Yucel ku derbarê rojeva Lijneya Rêveberiya Navendî ya partiya xwe de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ê biçin Colemêrgê ku qeyûm lê hatiye tayînkirin.
Yucel diyar kir ku ew ê îro biçin Colemêrgê û got, "Em ê li ser vê pêkanînên dijdemokratîk lêkolîn û têkiliyan deynin û raya giştî agahdar bikin."
Berdevkê CHPê got, "Tayinkirina qeyûm, paşguhkirina pêşnûmeya bêsûciyê, rasterast şaredarê hilbijartî yê ku hêj biryara dawî ya darazê jê re nehatiye dayîn, sûcdar dibîne."
“Bêguman em li kêleka îradeya gelê Colemêrgê ne û li dijî zîhniyeta welî ne. Di civîna me ya MYKê de ev mijar hat nîqaşkirin û bi tayînkirina MYKê re em ê sibê bi Alîkara Serokê Giştî Zelîha Aksaz Şahbaz, Wekîlê Antalyayê Cavît ARI û Wekîlê Bursayê Kayıhan PALA re biçin Colemêrgê. Em ê li ser vê pêkanîna antîdemokratîk lêkolîn û têkiliyan deynin û raya giştî agahdar bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin