Amerîka, ji ber koçberên neqanûnî dîwêr lê dike

Amerîka, ji ber koçberên neqanûnî dîwêr lê dike

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokê Amerîkayê Joe Biden pesend kir ku ji bo pêşîlêgirtina koçberên neqanûnî, dîwarê 32 kîlometreyî li ser beşa Teksasê ya sînorê Amerîka û Meksîkayê were lêkirin.

Joe Biden ê ku beriya were hilbijartin soz dabû ku ew ê di dema serokatiya xwe de li ser sînorê Amerîka-Meksîkayê "metroyek din" dîwar çêneke, ji biryara xwe bi paş ve gav havêt û hat diyarkirin ku dîwarê 32 kîlometirî yê ku li beşa eyaleta Teksasê ya li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê ji bo têkoşîna li hember hatina koçberên neqanûnî were çêkirin, qebûl kir.

Di daxuyaniya ku duh ji aliyê Yekîneya Parastina Gumrik û Sînor a Amerîkayê ve hat dayîn de hat gotin ku biryar hat dayîn ku rêveberiya Biden tenê projeya ku budçeya wê berê hatibû çêkirin pejirand. Hat diyarkirin ku tenê ji Geliyê Rio Grande ku yek ji herêmên çalak ên sînor e, îsal zêdetirî 245 hezar derbasbûna neqanûnî derbasî sînorên Amerîkayê bûne.

Şaredarê New Yorkê Eric Adams diyar kir ku tenê ji sala borî ve zêdetirî 100 hezar koçberên nû li New Yorkê hatine tomarkirin û ew pêşbînî dikin ku di 3 salên pêş de xerciya stargeha bingehîn û xwarinê ji bo koçberan bibe 12 milyar dolar. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin