Însaata dibistanê hat xwarê û 5 kes birîndar bûn

Însaata dibistanê hat xwarê û 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd- Li bajarê Mêrdînê li navçeya Qoserê înşaata dibistanê roxiya û di encamê de 5 karmend birîndar bûn. Di avahiya dibistanê de bi sedema betona nûh rêtibûn, ji kîjan sedemê nayê zanîn lê qata ku beton rijandibûn hat xwarê. Bûyer di 7.30 yê êvarê de çêbû.

Bi mudaxeleya îtfaiyê û tîmên tenduristiyê yên 112an karkerên ku di nava molozan de mabûn hatin rizgarkirin.

Piştî mudaxeleya pêşîn tîmên tenduristiyê birîndaran birin nexweşxaneya Qoserê. Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin