PeyamaKurd – Li Urdunê wezîrekî Hikûmeta Iraqê, bi vîrusa Koronayê ket û li Urdinê hat kerentînekirin.
Li gor berpirsekî bizava Hîkme ya Iraqî bi navê Fadî Şemerî li ser twîttera xwe de ragihand, Wezîrê Gîhandin û Veguhestina Iraqê Erkan Şehab, ku niha li Urdinê ye, bi Koronayê ketiye.
Şemerî diyar kir, ji ber wê jî ew wezîr û şanda pê re her wiha balyozê Iraqê li Urdinê û çend karmendin balyozxanê hatine kerentînekirin.
Wezîrê Iraqî bo civîna sê alî ya Iraq-Urdin-Misrê, ku îro tê kirin, çûbû Urdinê lê îhtimal heye ew civîn were paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin