PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge li ser Pêşmergeyên di encama rûdana trafîkê de can dabûn, peyamek belav kir.
Li nêzîkî bajarokê Şêxan yê Duhokê, do di rûdaneke tirafîkê de 2 Pêşmergeyên welatiyê nahiya Dînarte ya Akrê, can dan û yek jî birîndar bû.
Wezareta Pêşmerge di derbarê rûdanê de peyamek belav kir û diyar kir, ew Pêşmerge bi ser tabûra 1 û lîwaya 4 ya Wezareta Pêşmerge bûn û bo wergirtina mûçeyê xwe diçûn.
Wezareta Pêşmerge, serxweşî daye malbat û mirovên wan Pêşmergeyan û hevxemiya xwe bo can ji destdana wan aniye ziman.
Navê Pêşmergeyên ku can dabûn wiha ne: Mihemed Mîrazîz Mihemed û Şakir Fazil Hesen. Navê yê birîndar jî, Hekar Ceifer Osman e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin