PeyamaKurd - Wezareta Xezînê ya Amerîkayê sanayiya petrokîmyayê xist hedefa xwe û şîrketên di mijarê de alîkariya Îranê dikin yên Çînî, Îmarat û yên navenda wan Îrane, dorpêçan danî ser wan.
Beşa OFAC ê ya wezareta Xezîna Amerîkayê ragihand ku 2 şîrketên navenda wan Hong Kong e, 3 şîrketên ku navenda wan Îran e û 4 şîrketên Îmratan dorpêçan daniye ser wan. Wezaret di heman wextê de dorpêçê danî ser hemwelatiyê Çînî Jinfeng Gao û hemwelatiyê Hindistanê Muhammed Şahid Ruknuddin Buhore. Şîrketên ku Amerîka dorpêç daniye ser wan ev in:
Keen Well International Limited, Triliance Petrochemical Co. Ltd, GX Shipping FZE, Future Gate Fuel and Petrochemical Trading L.L.C, Sky Zone Trading FZE û Youchem General Trading FZE in.
Amerîka ragihand ku van şîrketan alîkariyê dikin da Îran ji dorpêçan bireve.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin