Dadgeha Îranê 8 sal ceza da Mustafa Taczade

Dadgeha Îranê 8 sal ceza da Mustafa Taczade

PeyamaKurd – Mustafa Taczade berê cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê bû û bi tohmeta ku ‘li hemberê ewlehiya netewî tevgeriyaye’ dihat darizandin. Cezayê ku niha danê ne tenê ji ber ‘ewlehiya netewî’ her weha ji ber ‘agahiyên derew yên ku raya giştî aciz dike’ daye, 8 sal ceza danê. Li gor ragihandina ajansa nîv-fermî ya Îranê Tesnimê; parêzerê Taczade, Huşmend Purbabayi, di derbarê doza ku Taczade tê de hatiye darizandin, di ser hesabê xwe yê Twitterê de agahiyan daye.

Taczade niha di zîndanê de ye, ji ber ‘propogandeya li dijî rejîmê’ 1 sal, ji ber ‘belavkirina xebera derew’ 2 sal, ‘li hemberê ewlehiya netewî ya dewletê tevgeriyaye’ 5 sal ceza danê. Li gor qanûn; wê Taczade 5 salê xwe di zîndanê de derbas bike. Taczade di 8 ê temmûzê de hatibû zîndanîkirin.

Mustafa Taczade, weka kesekî reformîst tênaskirin û di dewra Muhammed Hatemi ku serokkomarê Îarê bû de, cîgirê wezîrê karên hundir û şêwirmendê serokkomar bû. Di sala 2021an de namzediya serokomariya wî ji aliyê ‘Konseya Parastvanên Destûrê’ de hatibû redkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin