Serok Barzanî bi hunermend Enwer Sêxanî re civiya!

Serok Barzanî bi hunermend Enwer Sêxanî re civiya!

PeyamaKurd Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li hunermendê navdar ê Kurd Enwer Şêxanî kir.

Li gor malpera fermî ya Serok Barzanî derbarê hevdîtinê de daxuyaniya hatiye dayîn waha ye: 

Roja şemî 13.07.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya hunermendê navdar ê Kurd Enwer Şêxanî kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo rola Enwer Şêxanî ya li warê pêşvebirina çand û hunerê de anîn ziman û destxweşiyê lê kir ku li salên derbasbûyî bi kedekî zêde û bi rihekî niştîmanperwerane xizmeta hunera Kurdistanê kiriye.

Her di vê hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya tendirustî û temendirêjiyê ji bo hunermend Enwer Şêxanî xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin