PeyamaKurd - Berpirsên DYAyî ragihandin ku planê ku armanckirina personel û baregehên rejîma Îranê yên li Sûriye û Iraqê jî tê de, DYA zincîreêrîşên ku çend rojan berdewam bikin.
Li gorî nûçeya CBS Newsê, berpirsên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandine ku ev êrîşên hatine plankirin wê di çarçoceya bersivdayîna êrîşên li dijî baregehên leşkerî yên DYA yên li Rojhelata Navîn hatine plankirin.
Roja Yekşema çûyî, li Urdunê, bi firokeyên bêmirov li dijî baregeha Tower 22 ya DYAyê êrîş pêk hat û di encamê de 3 leşkerên DYA hatin kuştin û ji 40î zêdetir leşker jî birînidar bûn.
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Lloyd Austin ji rojnamevanan re got: "Washington wê ti êrişeke li dijî hêzên Amerîkî qebûl neke."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin