PeyamaKurd – Piştî ku bi taybet ji bajarên Bakurê Kurdistanê gelek girtekên encamên sindoqên hilbijartinê yên bi daneyên Desteya Hilbijartinan (YSK) re li hev nakin, derketin holê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civiya.
Di civîna Rêveberiya Navendî ya HDP-Yeşîl Sol Partî ya li ser rojeva encamên hilbijartinan û binpêkirinan de, Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk Çigdem Kilicgun Uçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar jî beşdarî kirin.
Dema lidarxistina civînê nûnerê HDPê yê YSKê Mehmet Ruştu Tiryakî ragihand, ew hemû girtekên seranserê welat ên encamên sindoqan didin ber hev û îtirazên xwe didomînin.
Tiryakî herwiha got ku heta niha piştî îtirazên wan beşeke girîng a encaman hatine sererastkirin.
Li bajarên wekî Riha, Batman, Diyarbekir û hin deverên din belgeyên ku hemû dengên HDP/YSPê bo MHPê hatine tomarkirin belav bûbûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin