Blinken û Kuleba li ser sînorê Polonyayê hevdîtin kirin

Blinken û Kuleba li ser sînorê Polonyayê hevdîtin kirin

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û Wezîrê Derve yê Ûkraynayê Dmytro Kuleba li sînorê Ûkrayna-Polonyayê hevdîtinek pêk anîn.

Di hevdîtina ku li nav erda Polonyayê di bin tedbîrên zêde yên ewlekariyê pêk hat de, her du aliyan li ser hevkariya zêdetir a çekan û zêdekirina fişara ser Rûsyayê axivîn.

Blinken eşkere kir ku wê Koşka Spî ji bo alîkariya mirovî ya koçberên şer ên Ûkraynî amadekariya terxankirina 2,75 milyar dolaran dike û soza piştgiriya berdewam da hemkarê xwe yê Ûkraynayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin