Daxuyaniya HSDê: Yên hewl didin ser bikin…

Daxuyaniya HSDê: Yên hewl didin ser bikin…

PeyamaKurd – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê şerê çekdarî yê do di navbera Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê û Hêzên Asayîşê de pêk hat de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya HSDê de hat gotin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê bi hevrêziya bi navdarên Dêrezorê re komîsyoneke lêkolînê hatiye avakirin.

Daxuyaniya ku tê de bal hat kişandin ser lêpirsîna "ji bo teşhîskirina kesên ku hewla fitneyê didin" hatiye destpêkirin wiha ye:

“Fermandariya me ya Giştî ji bo tespîtkirina kesên ku li Dêrezorê hewl dane şer û pevçûnan derxin û tedbîrên pêwîst bên girtin, lêpirsîn da destpêkirin. Saziyên pêwîst ji bo tespîtkirin û bêbandorkirina kesên di bûyeran de cih girtine hatine erkdarkirin.

Li hemberî bûyerên bi vî rengî yên ku ewlehiya herêmê dike hedef, em ê her tedbîr bigirin. Divê her kes rêzê li parastina berjewendiyên netewî bigire.”

Çi qewimî?

Do danê nîvro li gundên rojhilatê Dêra Zorê di navbera Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê û Asayîşa Giştî de şer derket û di şer de çek jî hatin bikaranîn. Di bûyerê de kesek nemir û birîndar nebû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin