PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Mass, Trump ji ber ku encama hilbijartinê red kiriye û alîgirên xwe han daye ku bigrin ser avahiya Kongresê, bi binpêkirina bingehên demokrasiyê tohmetbar dike.
Li gor Heiko Mass diyar dike, bûyerên bi vî awayî divê bibe sedema li welatên demokratîk lêkolîn li ser dijminên navxweyî bê kirin.
Mass destnîşan kiriye, ku beşek ji şiyana berpirsên siyasî yên weke Trump, ji bo bikaranîna xerab a desthilatê û handana tundûtîjiyê, bi sedema guherîna asoya rojnamevaniyê ye.
Herwiha Wezîrê Derve yê Almanyayê da zanîn, nabe rê bi kompaniyên teknolojiyê bê dan, ku nêrînan ji azadiya derbirînê cihê bikin.
Hefteya borî û piştî êrîşa alîgirên Trump li ser avahiya Kongresa Amerîkayê, Facebook, Instagram û Twitter û vê hefteyê jî Snpachatê, hesabên Donald Trump girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin