Scholz: “Em bi Rûsya re ne di nav ser de ne”

Scholz: “Em bi Rûsya re ne di nav ser de ne”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, li Almanyayê bi sê endamên Weimarê re ku ji serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk pêk dihatin civîna çapemeniyê kirin û gotin:

“Yekîtiya me ji ya her carê zêdetire û hêza me ye. Bi taybetî Almanya, Polonya û Fransa berpirsiyariyeka wan ya taybet heye. Em destekê didin Ûkraynayê lê em bi Rûsyayê re ne di nav şer de ne.”

Civîn li Berlina Almanya çêbû û piştî civîna ku 2 seet ajot her sê lîder derketin ber çapemeniyê. Serokwezîrê Almanya got:

“Êdî em ê di bazara dinyayê de ji bo Ûkraynayê bêhtir çekan temîn bikin. Ev pêşdeçûnekî başe. Hun dibînin em her sê jî di desteka Ûkraynayê de ji dil in. Ji bo temîna topên menzîldirêj wê koalîsyonekî di formata Ramsetin de bê avakirin. Dibe em heyiyên Rûsyayê yên li Ewrûpayê hatine desteserkirin, di rojên pêş de, bi wan heyiyan çekan ji bo Ûkraynayê bikirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin