PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ji bo seredanên fermî çû Ankara û ji aliyê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu de hat pêşwazîkirin. Her dû wezîr piştî civîna fermî derketin ber çapemeniyê û Çavuşoğlu li ber çapemeniyê weha got:
“Bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Awrûpayê didin ser pişta me tenê. Hun Osman Kavala li dijî me bikartînin. Di van mijaran de bê ku dualî tevbigerin, em amade ne di çarçoveya hûqûqê de biaxifin.
Di mijara DEAŞ ê de, berya her tiştî me li Sûriyê, li hemberê rêxistinên terorê têkoşîn da û me şehîdan da. Eger hun dixwazin bi me re li hemberê DEAŞ ê têbikoşin, hun ê weka me dakevin sehayê. Hûqûqa navdewletî gelek girînge. Wexta ku Yûnanistan koçberan paşde dehf dide û wan terkî mirinê dike, ev nayê vateya ku sînorê YA yê diparêze.”
Çavuşoğlu di gelek mijaran de axifî û rexne li Almanya û YA yê girt. Hetta behsa girtina dibistanên li Yûnanistanê yên bi zimanê Tirkî kir lê qet behsa nav welatê xwe nekir ku 25 mîlyon Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdê bibînin. Piştî axaftina wezîrê Tirkiyê, wezîra Almanya ya karên derve Baerbock weha axifî:
“Tevî ku fikrên me cuda ne jî, ew gotinên ku ji nezaketê dûrin nîşan didin ku em siyasetekî bi berpirs dimeşînin. Têkiliyên her dû welatan girîngiyekî wan ya taybet heye. Hevpariyên nûh gelek girîngin. Pêdiviya enerjiyê mezine. Tesdîqkirina peymana kêşûhewayê ya Parîsê ji bo me gelek girîng e.
Ez ê bi koçberên Sûriyê re bicivim. Em sipasyiya Tirkiyê dikin. We ew çend mirov qebûl kiriye û girînge ku 4 mîlyon koçber di ewlehiyê de bijîn. Em dixwazin wek darayî alîkariyê bimeşînin. Şerekî nû yekî leşkerî wê mirovan biêşîne. Bêîstîqrarî wê bi kêrî DEAŞ ê û rêxistinên weka wê were.
Di civînê de me got. Xelkê Tirk mafê wane ku ewlehiya xwe temîn bike. Em zanin tehdîda terorê heye. YA û Almanya PKK ê xist nav lîsta terorê. Em li ser hin bûyerên kit e kit axifîn. Weka her dewleta hûqûqê Almanya rewşê dişopîne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin