''Hefteya borî teqe li tirba Sêx Mihemed Kesnezanî hat kirin''

''Hefteya borî teqe li tirba Sêx Mihemed Kesnezanî hat kirin''

PeyamaKurd –  Li Silêmaniyê nêzikî dergeha Kesnezanî gule hat berdan. Endamekî Encûmena Navendî ya Rewşenbîrî ya Dergeha Kesnezanî dibêje: “Tu peywendiya vê teqê bi me re tune ye. Lê hefteya borî teqe li tirba Şêx Mihemed Kesnezanî hat kirin.”

Li gor Dr. Hejar Şêx Mihemed, Endamê Encûmena Navendî ya Rewşenbîrî ya Tekêya Kesnezanî diyar kir, do şev, 27.11.2020, teqe li nêzî dergeha wan hat kirin “lê ji wan dûr bû” û aliyên emnî çûn cihê bûyerê û wan hevkariya wan kir bo pêdana kamerayan.

Dr. Hejar Şêx Mihemed destnîşan dike, hefteya derbasbûyî teqe li Dergeha Kesnezanî hatiye kirin û dibêje: “Aliyên peywendîdar zû gihiştin, lêkolîn kirin û 3 kes desteser kirin.”

Endamê Encûmena Navendî ya Rewşenbîrî ya Dergeha Kesnezanî dibêje, wisa hat zanîn ku teqeya îşev jî li Tekêya Kesnezanî hatiye kirin “lê ti peywendî bi me nîne û di çend rojên dahatûyê de dê zelal bibe. Em nikarin berî yasa, tiştekî bêjin.”

Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî, rêberê terîqeta Qadirî, di roja 04.07.2020an de, di temenê xwe yê 82 salî de li Washingtonê koça dawî kiribû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin