Li Idlibê 2 teqîn çêbûn: 15 kes mirin

Li Idlibê 2 teqîn çêbûn: 15 kes mirin

PeyamaKurd- Li Sûriyê li bajarê Idlibê li pey hev du erebeyên tije teqemenî hatin teqandin û di encama teqînan de 15 kes mirin û 79 kes birîndar bûn. Idlib di destê rejîm û muxalifan de ye û teqîn di nava bajar de, di caddeyeka qelebalix ya bi navê Qusur de teqiyan.

Rêvebirê parastina sîvîl yê İdlibê Mûstafa Hac Yusuf got: “ Piştî nîvro teqîna yekem li caddeya Qusur çêbû. Piştî bûyerê xwebexşên parastina sîvîl çawa gihan ciyê bûyerê teqîna duyem çêbû. Di her dû teqînan de 15 sîvîl mirin û 79 sîvîl birîndar bûn. Dukkan û avahiyên der û dor zerara mezin dîtin û cihên ku agir bi wan ket, ji aliyê tîmên agirkujiyê de hatin vemirandin.”

Di nava birîndaran de 4 rojnamevanên ku ji Xata Rojhilat koç kiribûn hene. Heya niha ti rêxistin bûyerê negirtiye aliyê xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin