HDPê bi helkefta Çarsema Sor peyamek belav kir

HDPê bi helkefta Çarsema Sor peyamek belav kir

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkefta Cejna Çarşema Sor peyamek belav kir û cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Berpirsê Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDPê Azad Bariş bi rêya malpera fermî ya peyamek belav kir û Cejna Çarşema Sor pîroz kir, “Çarşema Sor bibe wesîleya rizgarkirina jin û zarokên dîl yên Êzidî û bibe wesîleya aramiya Rojhilata Navîn û gelê me yê Êzidî yê ku ji welatê xwe hatiye koçberkirin ku ew vegere ser axa bav û kalên xwe yên qedîm.”

Berpirsê Çapemeniyê û Cîgirê Hevserokê Giştî Azad Barişî behsa girîngî û tabetiya rojê kir û got gelê Êzidî îro dest bi saleke nû dike û hatina biharê û bêhn û bereketa siruştê pîroz dike.

Bariş, “Hêviya azadî, aştî û biratiyê ya gelê Êzidî îro ji her rojê zêdetir bi avakirinê silhê heye. Gelê Êzidî îro jî di nav xetereya silsileya fermanan de dijî. Îro bi hezaran jinên Êzidî û zarokên Êzidî wek dîl di destên xeraban de ne. Bi hezaran Êzidî îro ji welatê xwe hatine dûrxistin, wek koçber û penaber di kampan de dijîn û li ser rêyan e. ”

Di beşeke din a peyamê de hatiye gotin: “Di gerîneka tundûtûjiyê ya li ser cîhanê de, îro pêdiviya mirovahiyê ji her rojê zêdetir bi aştiyê heye. Bi hêviya ku di nav beşeran de azadî û biratiyê ava bike, Çarşema Sor di serî de li gelê Êzidî yê qedîm û li hemû gelan pîroz be. Çarşema Sor bibe wesîleya rizgarkirina jin û zarokên dîl yên Êzidî û bibe wesîleya aramiya Rojhilata Navîn û gelê me yê Êzidî yê ku ji welatê xwe hatiye koçberkirin ku ew vegere ser axa bav û kalên xwe yên qedîm. ”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin