PeyamaKurd – Zîrwa G20an ya ku li Hindistanê tê kirin encamnama xwe belav kir. Di encamnamê de ji ber hewlên Tirkiyê pesnê Tirkiyê bi xweşî da û bang li Rûsya û Ûkraynayê kir da teslîmata dexlê dewam bike.
Endamên G20an ragihandin ku divê temamê endamên G20anli gor peymana NY (UN) bimeşin û di encamnamê de xalên jêrîn hatin ragihandin:
-Di mijara şerê Ûkrayna de temamê dewletan divê li gor qaîde û armanca peymana Neteweyên Yekgirtî tevbigerin.
-Li Ûkraynayê ji bo qezenca axa îlawe, divê ji bikaranîna şiddetê û zimanê tehdîdê dûr bisekinin.
-Nayê qebûlkirin ku çekên nuklerî bikarbînin û tehdîda bikaranînê bikin.
-Di babeta Ûkrayna de ramanên cuda û ravekirinên cuda hene.
-Ji bo heya sala 2050an, ji bo carbon dakeve sifrê û di mijara enerejiya paqij de, salê 4 trîlyon dolar pêwiste.
-Bang dikin ku ji Rûsya û Ûkraynayê dexl, xida û gubre yekser bê astengî teslîmata wan bêkirin.
-Şer û pevçûnên heyî û krîzên dewam dikin divê di rêya aştî û diyalogê de, bi dîplomasiyê çareser bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin