PeyamaKurd – Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di ahenga Newrozê ya Diyarbekirê de axaftinek kir û got, “Pirsgirêka herî mezin a vî welatî pirsa Kurd e. Yên dibêjin pirsgirêka Kurd nîne, divê bizanin ku wiha nayê çareserkirin. Pêdivî bi çareseriyeke lezgîn heye.”
Pervîn Buldan wiha axivî: “Îro pirsgirêka herî mezin a vî welatî prisgirêka kurd e. Yên ku dibêjin me vê pirsgirêkê çareser kiriye, bila baş bizanibin ku ev pirsgirêk wiha nayê çareserkirin. Bi lezgînî pêdivî bi çareserkirina pirsgirêka kurd heye.”
Buldan diyar kir, “Em ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan amade ne. HDP partiya çareseriyê ye. Em ji vê re amade ne. Bi înkar, zext, zor, girtîgehan ev pirsgirêk çareser nabe. Heke hûn îradeya gelekî bixin zindanan, wê çaxê pirsgirêk çareser nabe. Divê hûn bi muxatabê pirsgirêkê re rûnin û dê wê çaxê çareserî li pêş bikeve. Hûn nikarin bi înkar û zilmê van qadan vala bihêlin. Vaye qad tije ne û daxwazên xwe tînin ziman.”
Hevseroka HDPê got ku ew ê demokrasî, azadî, edalet û aştiyê bînin vî welatî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez carek din dibêjim ku ev Newroz bibe wesîleya azadî, aştî û edaletê. An serkeftin an serkeftin. Jin jiyan azadî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin