PeyamaKurd – Serokê Bizava Hikme ya Şîeyan li Iraqê Emar Hekîm ji bo bidawîkirina protestoyan û bicihanîna xwestekên xwepêşanderan nexşerêyeke ji 3 xalan pêk tê ragihand.
El Hekîm li ser hesabê xwe yê medya civakî Twitterê ragihand, yekem pengava bicihanîna daxwaziyên xwepêşanderan avakirina hikûmeta demkî ya Iraqê ye ku bi rizamendiya hemû aliyan pêk were û serokwezîrekî nûn were hilbijartin.
El Hekîm wekî gava duyem jî damezrandina komîsyona hilbijartinê ya adil, şefaf û serbixwe di bin banê parlamenê de destnîşan kir ku yasaya hilbijartinê ji nû ve sererast bike.
Wekî gava sêyemîn jî li gorî destûrê pêkanîna hilbijartinê û bi awayekî serbixwe hilbijartina nûnerên gel hat nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, piştî îstifaya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî navê Muhammed Şiya es-Sudanî ji bo serokwezîrtiyê derbas dibe ku serokwezirê berê Nurî Malikî piştgiriya wî dike û ev jî ji aliyê xwepêşanderan ve tê redkirin.
Xwepêşandanên Iraqê hê jî li Bexda, Kerbela û gelek bajarên din ên Iraqê berdewam in,
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin