PeyamaKurd – Encûmena şaredariya Dersîmê çend biryar derxistin ku yek ji wan biryaran guhertina tabeleya ‘Tunceli’ bi navê ‘Şaredariya Dersîmê’ ye.
Şaredariyê li ser biryara guhertina navê Tunceli bi navê Dersîmê ragihand, ji bo jiyandina çand, dîrok, bawerî û awayê jiyana bajêr bi piraniya dengên encûmenan biryar hatiye dayîn navê li ser tabelaya şaredariyê yê Tunceli, bi navê Dersîm bê guhertin.
Piştî biryarê tabelaya 'Şaredariya Dersim' li ser avahiya şaredariyê hat danîn.
Herwiha encûmena bajêr, biryara îsal lidarxistina Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê û biryara lêkolînkirina texrîbatên qeyûm li ser şaredariyê kiriye wergirtin.
Şaredariya Dersîmê di hilbijartinên 31ê Adara 2019an de ketibû destê namzetê Partiya Komunîst a Tirkiyê Fatih Mehmet Maçoglu ku wekî ‘Şaredarê Komunîst’ tê naskirin.
Di hilbijartinên heyama berê de, şaredariya Dersîmê di destê HDPê de bû û qeyûm li şûna şaredarê HDPê hatibû danîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin