PeyamaKurd – NATOyê ji ber aloziya navbera Rûsya û Ûkraynayê ku her diçe zêdetir ber bi şerekî mezin ve diçe, personelên xwe yên li paytexta Ûkrayna Kîevê veguhestin.
Li gorî çavkaniyên medya cîhanî, NATOyê personelên xwe yên li Kîevê bi hinceta ewlekariyê veguhestin bajarê Lvîv ê Ûkraynayê.
Hat ragihandin ku NATOyê beşek ji karmendên xwe veguhestine Lvîvê beşek jî veguhestine bo baregeha NATO ya li Brukselê.
Herwiha rayedarekî NATOyê daye zanîn ku nivîsgehên wan ên li Ûkraynayê hîn jî vekirî ne û li ser karê xwe ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin