PeyamaKurd – Li bajarê Entabê li navça Şehitkamilê di tankêra mazotê de 2 kes mirî û 7 kes nîv xeriqandî bi temamî 52 koçber ketin dest. Polîsên ku li devera Kulluyê kontrola rê dikirin, tankêrê dan sekinandin.
Polîsan dît ku di tankêrê de 32 koçberên Afganî hene. Dema wan ji tankêrê dadixistin, dîtin ku 2 kes ji wan can dane û 7 kes ji wan nîv xeriqandîne.
Koçberên ku jiyana wan di talûykê de bûn, wan birin nexweşxanan û yên din birin navenda baregeha polîsan ya Yeşilvadiyê. Polîs dest danî ser ajotvanê tankêrê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin