Netanyahû: Bo kirîna derziyên Koronayê me bi Pfizer re peymanek îmze kir

Netanyahû: Bo kirîna derziyên Koronayê me bi Pfizer re peymanek îmze kir

PeyamaKurd – Îsraîlê bi kompaniya Pfizer re peymanek bo kirîna 8 milyon derziyên Koronayê îmze kir.

Binyamîn Netanyahû diyar kir, biryar e di destpêka sala bê de dest bi dabînkirina vaksînê were kirin û mehên piştre jî were zêdekirin.

Roja duşemê 9ê Mijdara 2020an, kompaniyên Pfrizer û BioNTech dan zanîn, qonaxa sêyem a ceribandina derziya li dijî vîrûsa Koronayê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye û bi awayekî fermî, dê di dawiya vê mehê de were tomarkirin.

Herwiha her du kompaniyan destnîşan kirin, vaksîna li dijî vîrûsa Koronayê %90 bandora xwe îsbat kir, bêyî bandoreke neyênî li nexweşan bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin