PeyamaKurd - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temellî, di civîna heftane ya koma partiya xwe de, li ser rojevê gotarek pêşkeş kir û ji bor bertek nîşandana berdewamkirina danîna qeyûman li şûna şaredarên HDPê got ku ew 3 rojan naçin parlamentoyê û dê biçin Amedê.
Temellî got, "Em dê 3 rojan li Amedê bin. Em parlamentoyê hişyar dikin. Parlamentarên li parlamentoyê li şûna li aştiyê xwedî derkevin li şer xwedî derdikevin. Li şûna li vîna gel xwedî derkevin li qeyûman xwedî derdikevin. Werin em hiqûqa parlamenê bidin xebitandin. Werin li şûna tezkereyê em guh bidin dengê aştiyê. Li şûna qeyûman em demokrasiya herêmî pêş bixin. Ev rejîm xerabiyek pir nebaş bi Tirkiyeye dike. Em carek din parlamentarên li parlamenê hişyar dikin. Em dixwazin di serî de li vîna gel xwedi derkevin. Em dixwazin li mafê mazluman xwedî derkevin. Em dê 3 rojan li Amedê bin. Em dê bibin Selçuk Mızrakli, Ahmet Turk û Bedia Ozgokçe.”
Temellî li ser êrîşên Tirkiyê yên ser Rojavayê Kurdistanê jî bal kişand ser peyamên Ocalan û da xuyakirin ku “Birêz Ocalan, hişyar kiribû û gotibû ‘Nekekevin kemîna şerê tirk û kurdan.' Hem Tirkiye û hem û hemû hêzên herêmê hişyar kiribû. Em jî dibêjin yê vê lîstikê xera bikin gelê Kurd û Tirk in. Em dê vîna jiyana hevpar ava bikin. Ligel hemû zextên şer ên didomin jî em dê li ser vê axê li dijî şer aştiyê ava bikin. Em dê têkoşîna aştiyê ava bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin