Sûriye: Li dijî me muxalefet, li dijî we terorîst in!

Sûriye: Li dijî me muxalefet, li dijî we terorîst in!

PeyamaKurd- Nûnerê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî li ser tewra dinyayê daxuyaniyek da û got ku dinya li dijî me durûtiyê dike.

Beşar Caferî got ku dinya li dijî me siyaseteke durû dimeşîne. Kesên ku li dijî me şer dikin, ji wan re dibêjin muxalefeta nerm, ku heman kes li dijî Ewrûpayê şer dikin dibêjin terorîst.

Beşar Caferî wiha dewam kir: Hinek hikûmet û îstîxbaratan ji sedî zêdetir ji dewletan bi hezaran terorîst rêkirine Sûriyê. Ev heft sal in ku em gilî û gazindan dikin, lê ti kesî bersiva me neda. Heke we bersiva me dabana, me yê bi hev re ev problem ji holê rakiribana.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin