PeyamaKurd- Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di serdana xwe ya Îranê de li Tehranê ligel Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî civiya û piştî civînê, bi rêya daxuyaniyeke hevpar, agahî parve kirin.
Mihemed Şiya Sûdanî, îro bi serokatiya şandeke bilind a hikûmeta Federal a Iraqê, serdana Tehranê kir û li gorî ragihandina agahiyên li ser civînê, mijarên siyasî, aborî, ewlehî, geşedanên herêmî û navneteweyî hatine gotûbêjkirin.
Piştî civînê, Sûdanî û Reîsî bi awayekî hevpar daxuyanî da. Serokwezîrê Iraqê Sûdanî got,
“Em pabend in bi cîbicîkirina destûrê û ji bo ji xaka Iraqê ve tu metirsiyek nekeve li ser ewlehiya tu aliyekî din. Siyaseta me ew e ku rêzgirtin hebe û destêwerdanê di karûbarên hev û din de nekin. Bêguman, ji bo çareserkirina pirsgirêkan diyalog rêya herî baş e û têgihiştineke me ya hevbeş heye.
Serokomarê Îranê Îbrahîm Raîsî jî bêyî ku amaje bi êrîşên Îranê yên li ser xaka Iraq û Kurdistanê bike got,
“Li gorî nêrîna me, ewlehiya navçeyê gelekî girîng e. Têkoşîna li dijî komên terorîst, tawanên rêxistinkirî, madeyên hişber û her gefek li ser ewlehiyê, beşek ji peymana di navbera herdu welatan de ye. Komara Îslamî ya Îranê, çend car in pêgirî li ser derketina "hêzên biyanî" ji Iraqê kiriye. Hebûna biyaniyan a li navçeyê, aramiyê bi xwe re nayne, tenê pirsgirêkên me zêde dike.
Çawa ku hebûna Amerîkayê li Efxanîstan û Iraqê aramî pêk nehaniye, li deverên din ên herêmê jî dê aramî pêk neyne. Helbet vekişîna wan a ji navçeyê dê ji bo aramiya navçeyê, alîkariyek be.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin