Hewramî: Bexda bi 40 milyar dînaran deyndarê Kurdistanê ye

Hewramî: Bexda bi 40 milyar dînaran deyndarê Kurdistanê ye

PeyamaKurd - Endamê parlamentoya Iraqê ji lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî ragihand ku Bexda bi qasî 40 milyar dînaran deyndarê Hewlêrê ye.

Hewramî di civîneke rojnamevanî ya Hewlêrê de, bal kişand ser ku sedema krîza aborî ya Kurdistanê siyaseta salan a Bexdayê ye û got, “Hikûmeta Iraqê, bi qasî 40 milyar dînaran deyndarê Hikûmeta Kurdistanê ye.”

Hewramî da zanîn ku hikûmeta Iraqê ji sala 2014an heta 2017an budçeya Kurdistanê û mûçeyên fermanberan nedaye û da xuyakirin ku ew dê ji bo çareserkirina pirgirêkên aborî di nav hewlên cidî de bin û dê şandeke PDKê bi vê mebestê li nêzîk serdana Silêmaniyê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin